Îran: Em dê teqez bersiveke tund bidin Îsraîl û Amerîkayê

02-11-2024
RÛDAW
Nîşan Îran Îsraîl Amerîka Ayetullah Elî Xameneyî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw - Rêberê Îranê Ayetullah Elî Xameneyî ragihand ku ew dê ji ber çalakiyên wan ên dijî Îranê teqez bersiveke tund bidin hem Îsraîlê û hem jî Amerîkayê.

Rêberê Îranê Ayetullah Elî Xamineyî bi boneya "Roja Neteweyî ya Xwendekaran" li xaniyê xwe yê li Tehranê hinek xwendekar pêşwaz kirin.

Ayetullah Elî Xameneyî di gotara xwe ya ku pêşkêş kir de bal kişand ser çalakiyên Îsraîlê yên li herêmê û êrişa 26ê Çiriya Pêşînê li Îranê û got:

"Ji ber kiryarên wan ên dijî Îranê, gelê Îranê û eniya berxwedanê dê teqez bersiveke tund bide hem rejima siyonîst û hem jî Amerîkayê."

Xameneyî di beşeke gotara xwe de wiha axivî:

"Helbet dê bi ti awayî tevgera neteweya Îranê û rayedarên dewletê ya ji bo rûbirûbûna bi amûra sûcê yên ku îro pergala cîhanê bi rê ve dibin, neşike.

Bila dilê we rihet be. Em dê di warê leşkerî, çekdarî û çalakiyên siyasî de ji bo sekna li dijî zêdegaviyê, her tiştî bikin û rayedar niha bi van tiştan re mijûl in."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst