AFCyê ceza li tîma Sipahanê ya Îranê birî: Peykerê Qasim Silêmanî anîbû stadyûmê

02-11-2023
RÛDAW
Nîşan Tîma Sipahanê Îran Qasim Silêmanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Lîstika futbolê ya tîmên Sipahan û El-Îtihadê ji ber peykerê Qasim Silêmanî hatibû betalkirin.

Konfederasyona Futbolê ya Asyayê (AFC) ceza li tîma Sipahanê ya Îranê ku peykerê Qasim Silêmanî anî bû stadyûmê birî.

Tîma Sipahanê ya Îranê û tîma El-Îtihadê ya Erebistana Siûdiyê dê ji bo maça Lîga Şampiyonan a Asyayê li bajarê Îsfehanê ya Îranê bihatana pêşberî hev.

Rayedarên tîma El-Îtihadê da zanîn ku ew ji ber peykerê Qasim Silêmanî dernakevin lîstikê.

Hakemê lîstikê piştî vê rûdanê lîstik betal kir

Tîma Sipahanê jî ragihandibû ku ew dê ji bo gilîkirinê serî li Konfedrasyona Futbolê ya Asyayê (AFC) bidin.

Tîmê herwiha diyar kir ku di proveyan de tîma El- Îtihadê pirsgirêk dernexistiye lê bi zanebûn roja maçê pirsgirêk derxistiye.

Li gorî nûçeya IRNAyê, AFCyê tîma Sipahanê sûcdar dît û ceza lê birî. 

Li gorî biryara AFCyê, tîma El-Îtihadê ji ber bûyerê 3-0 li hemberî tîma Sipahanê bi ser ketiye.

Herwiha hat diyarkirin ku 200 hezar dolar cezayê pere û ji bo ku 3 lîstika bê temaşevan bilîze jî ceza lê hatiye birîn.

Federasyona Futbolê ya Îranê diyar kir ku peykerê Qasim Silêmanî sala 2021ê li stadyumê hat bicihkirin û ti pêwendiya peykerê bi lîstikê re nîne.

Fermandarê Îranî Qasim Silêmanî sala 2020ê li Bexdayê ji aliyê Amerîkayê ve hatibû kuştin.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Abdullahiyan bi Wezîrê Karên Derve yê Erebistana Siûdiyê re axivî û diyar kir ku pêwîst e futbol nebe amûra siyasetê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst