Polîsekî ji mesafeyeke nêzîk gule berda xwepêşanderekî
Hewlêr (Rûdaw) - Di demeke ku tundûtûjiya polîsên Îranê li hember xwepêşandanên piştî kuştina Jîna Emînî li Îranê destpê kiribûn de dihate rexnekirin, vîdeoya xwepêşanderekî ku polîs lê didin û bi giranî birîndar dibe û ji nêzik ve tê gule li ser tê reşandin, li ser medyaya civakî bû sedema bertekan.
Li gorî dîmenên ku li ser medyaya civakî hate parvekirin, polîsên Îranê li xwepêşanderekî ku tê îdiakirin li Taxa Nazî Abad a paytext Tehranê hatiye kişandin, dixin û paşê polîsek ji mesafeyeke nêzîk ve gule ber dide ser wî xwepêşanderî.
Polîs piştî ku xwepêşander ji ber lêdanê dikeve erdê, wî dikişînine ber deriyê malekê, lêdana xwe ya bi jopan berdewam dikin û her wiha polîsek bi motorsîklet di ser wî re diçe.
Di dîmenan de jî tê dîtin ku polîsekî bi motorsîklet nêzî xwepêşanderê li erdê dibe û bi tivingê ji mesafeyeke nêz ve gule ber dide wî.
🔸Li Tehran a Îranê polîsekî bi motorsîklêt piştî ku hevkarên wî xwepêşanderekî bi giranî birîndar dikin, ew jî tê û bi tivingê ji mesafeyeke nêzîk gule ber dide ser.#JînaEmînî #MahsaAmini #مهسا_امینی #IranProtests2022 pic.twitter.com/F1IruMkM4G
— RudawKurdi (@RudawKurdi) November 2, 2022
Ti agahî derbarê dîroka girtina vîdyoyê de nehat dayîn, çalakvanên opozîsyona Îranê îdia kirin ku ew vîdeo ya xwepêşandanên rojên dawî ye.
Rayedarên Îranê heta niha derbarê bûyerê de ti daxuyanî nedane.
Kesên ku li taxa Nazî Abad a li başûrê Tehranê dijîn, bi piranî muhafezekar in û tê zanîn ku piştgirîya rejîmê dikin.