Polîsekî ji mesafeyeke nêzîk gule berda xwepêşanderekî

02-11-2022
RÛDAW
Nîşan Xwepêşandan Îran Jîna Emînî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di demeke ku tundûtûjiya polîsên Îranê li hember xwepêşandanên piştî kuştina Jîna Emînî li Îranê destpê kiribûn de dihate rexnekirin, vîdeoya xwepêşanderekî ku polîs lê didin û bi giranî  birîndar dibe û ji nêzik ve tê gule li ser tê reşandin, li ser medyaya civakî bû sedema bertekan.

Li gorî dîmenên ku li ser medyaya civakî hate parvekirin, polîsên Îranê li xwepêşanderekî ku tê îdiakirin li Taxa Nazî Abad a paytext Tehranê hatiye kişandin, dixin û paşê polîsek ji mesafeyeke nêzîk ve gule ber dide ser wî xwepêşanderî.

Polîs piştî ku xwepêşander ji ber lêdanê dikeve erdê, wî dikişînine ber deriyê malekê, lêdana xwe ya bi jopan berdewam dikin û her wiha polîsek bi motorsîklet di ser wî re diçe.

Di dîmenan de jî tê dîtin ku polîsekî bi motorsîklet nêzî xwepêşanderê li erdê dibe û bi tivingê ji mesafeyeke nêz ve gule ber dide wî.

Ti agahî derbarê dîroka girtina vîdyoyê de nehat dayîn, çalakvanên opozîsyona Îranê îdia kirin ku ew vîdeo ya xwepêşandanên rojên dawî ye.

Rayedarên Îranê heta niha derbarê bûyerê de ti daxuyanî nedane.

Kesên ku li taxa Nazî Abad a li başûrê Tehranê dijîn, bi piranî muhafezekar in û tê zanîn ku piştgirîya rejîmê dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst