Mesûd Pizîşkiyan: Em şer naxwazin lê ji şer jî natirsin

Hewlêr (Rûdaw) – Serokkomarê Îranê diyar kir ku welatê wî şer naxwaze û lê ji şer jî natirse.

Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan amaje bi wê yekê kir ku ew ji bo parastin, îrade û desthilata welatê xwe ti sînoran nas nakin.

Mesûd Pizîşkiyan îro bi kabîneya hikûmeta xwe re civiya.

Pizîşkiyan di civînê de behsa êrişa doh êvarî ya welatê xwe kir û wiha axivî:

"Operasyona şeva borî ya hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê ya li dijî navendên leşkerî û ewlehiya rejima siyonîst gelekî girîng dibînim.

Ev operasyon cihê şanaziyê ye û careke din rûmeta neteweyî ya Îranê nîşanî cîhanê da.

Operasyon bersivek bû li hemberî tawanên rejîmê yên terorkirina şehîd Heniye yê li welatê me û şehîdkirina Seyîd Hesen Nasralah û hejmarek ji fermandarên me yên berxwedêr.

Kuştina şehîd Heniye li Tehranê binpêkirina eşkere ya serwerî û ewlehiya neteweyî ya Îranê bû.

Welatên Rojava her tim em teşwîq kirin ku em xwe ragirin û soz didin ku demildest li Xezeyê agirbest were ragihandin.

Şerm e ku civaka navneteweyî û welatên Rojava bi hêsanî rê bidin sûcdarekî ku sûcê herî hovane bike û paşê behsa mafên mirovan û rûmetê bike.”

Aloziya di navbera Îran û Îsraîlê de

Îsraîlê 1ê Nîsanê êrişî avahiya Konsulxaneya Îranê ya Şamê kiribû.

Di êrişê de ji Supaya Pasdaran a Îranê 7 kes hatibûn kuştin ku 2 ji wan general bûn.

Îranê ragihandibû ku êrişa Îsraîlê ya li dijî konsulxaneyê tê wateya êrişa ser li axa Îranê û ew dê bersiva Îsraîlê bidin.

Îsraîlê jî diyar kiribû ku ew jî dê bersiva êrişa Îranê bidin.

Îranê 13ê Nîsanê bi sedan dronên kamîkaze û mûşekên balîstîk êrişî Îsraîlê kiribû.

Îranê ragihand ku wan êrişî hinek hedefên leşkerî kiriye.

Îsraîlê jî ragihandibû ku bi saya sîstema parastinê rê li ber gelek êrişên Îranê hatiye girtin lê mûşekek li baregeheke leşkerî ketiye.

Êrişa 1ê Çiriya Pêşînê

Artêşa Îsraîlê diyar kir ku saet derdora 19:30î Îranê li dijî Îsraîlê dest bi êrişa mûşekî kir.

Îsraîlê ji welatiyên xwe xwest ku biçin cihên parastî û agahdarî xwe bin.

Supaya Pasdaran a Îranê jî li ser êrişê daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku wan bi dehan mûşek avêtine Îsraîlê.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku zêdetirî 250 mûşekî hatine avêtin.

Supaya Pasdaran a Îranê jî li ser êrişê daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku êriş li ser kuştina Îsmaîl Heniye, Hesen Nasralah û Ebas Nîlfiroşan hatiye kirin.

Berdevkê artêşa Îsraîlê Daniel Hagari jî diyar kir ku ew niha xelkê xwe diparêzin û dê bersivê bidin êrişa Îranê.

Koşka Spî ragihand ku Biden ji Artêşa Amerîkayê xwestiye ku alîkariya Îsraîlê bikin da ku xwe li hemberî êrişên Îranê biparêze.

Kuştina Heniye, Nasralah û Nîlfiroşan

Serokê Polîtburoya Hemasê Îsmaîl Heniye tîrmeha îsal li Tehranê piştî merasîma sondxwarina Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan di êrişekê de hatibû kuştin.

Her wiha 27ê Îlonê artêşa Îsraîlê baregeha Hizbulahê ya li Beyrûtê bombebaran kir.

Di encamê de Sekreterê Giştî yê Hizbulahê Hesen Nasralah û Fermandarê Supaya Pasdaran a Îranê yê Libnanê Ebas Nîlfiroşan hatin kuştin.