Di malekê de 3 hezar dûpişk hatin girtin

Navenda Nûçeyan - Li bajarê Meşhed a Îranê di malekê de 3 hezar dûpişk hatin girtin.

 

Rêveberê Parastina Hawirdorê yê parêzgeha Xorasana Rezewî Ebulfezl Şeibanî ji ajansa nûçeyan a Mehrê re ragihand, ku li bajarê Meşhedê ji ber ku di malekê de dûpişk dihatin xwedîkirin, operasyon hatiye kirin.


Ebulfazl Şeibanî diyar kir ku piştî hefteyeke amadekarî di operasyonê de li hindurê malekê de 3 hezar dûpişk hatine girtin û got: “Xwediyê malê ji rayedaran destûr nestendiye û bi şeweyekê neyasayî tevgeriyaye.”


Şeibanî da zanîn, ku li malan xwedîkirina dûpişkan metirsîdar e.


Herwiha li heman bajarî meha bihurî jî di maleke din de hêzên ewlehuiyê yên Îranê dest danîbûn ser 12 hezar dûpişkan.


Bi gotina wî berpirsî îranî her grameke jehra dûpişkan di navbera 8 heta 10 hezar dolaran de tê firotin.