Zerîf ji malbata Qasim Sulêymanî lêborîn xwest

02-05-2021
RÛDAW
Nîşan Îran Mihemed Cewad Zerîf Qasim Sulêymanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî belavbûna fayleke dengî ya Wezîrê Derve yê Îranê ku têde Mihemed Cewad Zerîf rexne li general Qasim Sulêymanî fermandarê berê yê Supaya Quds girtibû, Zerîf bi fermî lêborîna xwe ji malbata Qasim Sulêymanî û xelkê Îranê xwest.

Wezîrê Derve yê Îranê, Mihemed Cewad Zerîf li ser hesabê xwe yê Instagramê, ji ber belavbûna wê fayla dengî ku têde li ser siyaseta derve ya welatê xwe û rola hêzên çekdar û Qasim Sulêymanî di dîplomasî û siyaseta derve ya welatê diaxive, daxwaza lêborînê kir.

Zerîf ragihand, axaftinên wî di wê fayla dengî de ku heftiya bihorî derketin nav medyayê û hatin weşandin, rast bûne lê diyar kir, eger wî bizanîba ew gotinên wî dê di nava xelkê de belav bibin, dê weke berê bêdeng maba û ew axaftin nedikirin.

Zerîf di nivîsa xwe ya li ser Instagramê de pesnê Qasim Sulêymanî dide û dibêje: “Ewlehiya Îranê, tevahiya navçeyê û cîhanê jî di serdema Sulêymanî de parastî bû û gotinên min ji mezinahiya Qasim Sulêymanî kêm nakin.”

Wezîrê Derve yê Îranê dibêje: “Lêborîna xwe ji malbata wî bi taybet ji keça wî Zeynebê dixwazim ku weke zaroka min bixwe ye. Herwiha lêborînê ji malbatên tevahiya şehîdan û hemû xelkê Îranê jî dikim.”

Heftiya bihorî fayleke dengî ya Wezîrê Derve yê Îranê di medyayan de belav bû ku têde Zerîf behsa rola Qasim Sulêymanî dike û rexneyan lê digire û tekez dike, Sulêymanî bi hevkariya Rûsyayê xwestiye rê li rêkeftina atomî ya Îranê li gel Amerîkayê bigire. Zerîf di heman hevpeyvînê de behsa wê yekê dike, ku Rûsyayê xwestiye Îran biçe nav şerê Sûriyê û Qasim Sulêymanî cîbicîkarê wê xwesteka Rûsyayê bûye.

Belavbûna wê fayla dengî gelek bertek li hundir û derveyê Îranê li pey xwe anî û bû sedema dest ji kar berdana Şêwirmendê Serokkomarê Îranê Hisamedîn Aşna.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst