Fermandarên Îranî hatin kuştin: Xelk daket kolanan

02-04-2024
Nîşan Îsraîl Îran Êriş Xwepêşandan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî ku Îsraîlê êrişî Balyozxaneya Îranê ya Şamê kir Îranî daketin kolanan û wan Îsraîl protesto kir.

Îsraîlê şeva borî Balyozxaneya Îranê ya Şamê bombebaran kir.

Fermandarê Hêza Qudisê yê li Libnan û Sûriyeyê Mihemed Riza Zahidî û Fermandar Mihemedhadî Hacî Rehîmî jî di nav de 5 rayedarên Îranî hatin kuştin.

Piştî vê êrişê li Tehrana paytexta Îranê xwepêşandan hatin kirin.

Xwepêşander bi dirûşmên “Mirin ji Îsraîlê re” û “Mirin ji Amerîkayê re” qîriyan.

Xwepêşanderan herwiha xwest ku Îran mûşekan berde Îsraîlê û heyfa xwe hilîne.

Xwepêşaderan alayên Filistînê bilind kirin û cenazeyên sembolîk ên zarokên kuştî hilgirtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst