Serokê Parlamentoya Îranê tûşî koronayê bû

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Parlamentoya Îranê Elî Larîcanî tûşî vîrusa koronayê bû û niha kerentînkirî ye.

Ragihandina Parlamentoya Îranê di daxuyaniyekê de ragihand ku testa koronayê ya Elî Larîcanî pozîtîv derketiye.

Her li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, Serokê Parlamentoya Îranê hatiye kerentînkirin û çareseriya pizîşkî bo tê kirin.

Li Îranê vîrusa koronayê bi lez belav dibe û Wezareta Tendirustiya Îranê îro ragihand, 124 kesên din di 24 demjimêrên bihorî de bi sedema nexweşiya koronayê jiyana xwe ji dest dane.

Bi dawîn amaran, hejmara kesên ku li Îranê bi COVID-19 mirine, gihîştiye 3 hezar 160 kesan.