Hengaw: Di mehekê de 74 girtî hatin îdamkirin

02-02-2024
RÛDAW
Nîşan Hengaw Îran Bidarvekirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Komara Îslamî ya Îranê di meha Kanûna Paşîna îsal de 74 girtî îdam kirin ku ji 34 kes ji wan Kurd bûne.

Saziya Mafê Mirovan a Hengawê amarên xwe yên meha Kanûna Paşînê yên li ser girtiyan parve kirin.

Hengawê ragihand ku di nava mehekê de, 74 girtiyên ku di girtîgehên Komara Îslamî ya Îranê de bûn hatine bidarvekirin.

Hengawê herwiha destnîşan kir ku 7 girtî bi tohmetên siyasî û olî û yên din jî bi tohmetên wekî dizî û madeyên hişbir hatine bidarvekirin.

Di nava mehekî de, girtîgehên ku herî zêde girtî lê hatine bidarvekirin Girtîgeha Elbrûz û Girtîgeha Xorasanê ne.

Tenê li Girtîgeha Elbrûzê 32 kes hatin bidarvekirin.

Ji 74 kesan 34 girtî Kurd, 7 Tirk û 5 jî Belûç hatine bidarvekirin.

Herwiha 2 welatiyên Efxanistanê jî li girtîgehên Îranê hatine bidarvekirin.

Hengawê destnîşan kir ku ji 74 kesan tenê 12 kes bi awayekî fermî di malperên girêdayî Dezgeha Dadwerî de hatine parvekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst