Li Îranê êrişî Rêveberiya Besîc a Sîstan û Belûçistanê hate kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Sîstan û Beluçistan, êrişî birêveberiya Besîc û endamekî Supaya Pasdaran hate kirin û di encamê de endamekî Supayê Pasdaran hate kuştin û 5 kesên din jî birîndar bûn.

 

Medyaya Îranê ragihand, ku grûpeke nenaskirî teqe li rêveberiya bajarokê Nîk Şehr kiriye û di encamê de endamekî Supaya Pasdaran ê bi nav Murteza Elî Ehmed kuştiye û 5 kesên din jî birîndar bûne û rewşa 2 ji wan birîndaran ne baş e.

 

Medyaya Iranê ev êrîş bi kiryareke terorîstî bi nav dike. Supaya Pasdaran ragihand, ku dê piştre agahiyên zêdetir derbarê çawaniya encamdana wê êrîşê belav bikin.