Li 270 bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê pirsgirêka avê heye

02-01-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - 270 bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê rastî pirsgirêka kêmaviyê hatine û bikaranîna ava vexwarinê di kerta pîşesaziyê de hate qedexekirin, 

Rêveberê Giştî yê Av û Avrêjan ê Îranê Etabek Ceiferî ragihandiye, dema 3 salane ku li Îranê hişkesaliyeke tund heye û ew yek bûye sedema hişikbûna çavkaniyên avê û asta ava li pişt bendavan jî gelek kêm bûye. 

Etabek Ceiferî daye xuyakirin ku kêmbûna avê bandor li ser zêdebûna pirsgirêka kêmaviyê li bajaran kiriye û li gorî şopandina wan li 270 bajaran li seranserê Îranê pirsgirêka kêmaviyê heye.

Rêveberê Giştî yê Av û Avrêjan ê Îranê dibêje, ku %4ê  hevbeşên avê li wî welatî bi rêjeyeke zêdetir ji pêwîstiya xwe û zêdetir ji asta giştî ya welat avê bikar tînin û destnîşan kir, saziya avê hişyarî daye wan kesan ku eger rêjiya bikaranîna avê kêm nekin, ew dê avê li ser wan qut bikin.

Bi gotina Etabek Ceiferî, %25ê ava welat ji ber kevinbûn û xerabira torên avê vala diçe û tekez kir, ku divê tora belavkirina avê li seranserê Îranê bê nûjenkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst