Li nêzîkî sînorê Pakistanê, “mamosta”yek û pasdarekî îranî hatin kuştin

Hewlêr (Rûdaw) – Li nêzîkî sînorê Pakistan û Îranê û li devera Sîstan û Belçûsitanê, dîsa jî hêzên pasdar ên wî welatî êrişa çekdaran hatin, di encamê pasdarek û “mamostayek” hatin kuştin.

Li gorî medyaya Îranê, îro danê êvarê li gundê Nesîrabadê yê girêdayî bajarokê Raskê li eyaleta Sîstan û Belûçistanê, ku nêzîkî sînorê Pakistanê ye, di encama êrişa çekdarî de 2 kes hatin kuştin.

Fermandeyê Polîsê Sîstan û Belûçistanê Hesen Rehîmî diyar kir ku yek ji wan kesên ku hatine kuştin pasdar bûye û yê din jî mamoste bûye.

Li gorî agahiyên Rehîmî, êrişker du kes bûne ku her yek li matorekî siwar bûne, piştî ku êriş kirine ji cihê bûyerê reviyane.

Çend roj berê jî li devera Serawanê ya Sîstan û Belûçistanê, 3 pasdarên îranî ji aliyê çekdarên ve hatibûn kuştin.