Di 'pîrozbahiyên têkçûnê' de hevalê lîstikvanê tîma futbola Îranê hat kuştin

Hewlêr (Rûdaw) – Di şahiyên ji ber têkçûna tîma futbolê ya Îranê de ku di Kûpaya Cîhanî ya li Qeterê de li beramber tîma Amerîkayê bi 1-0 têk çû, welatiyek li bakurê Îranê bi guleyên hêzên emnî hat kuştin.

Li gor agahiyan, piştî bidawîbûna lîstika di navbera tîmên futbolê yên Îran û Amerîkayê de ku di çarçoveya Kûpaya Cîhanî ya 2022an de şeva Duşembê 28ê Mijdarê li stadyuma El Sumame ya Dohayê hatin hemberî hev û Amerîkayê bi encama 1-0 tîma Îranê têk bir, hejmarek ji xelkê bo derbirîna kêfxweşiya xwe li bajarên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê derketin nav kolanên bajaran û bi fîşekên hewayî, lêdana horina otomobîlan û herwiha dîlana li kolanan keyfxweşiya xwe nîşan dan.

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ku navenda wê li Norwêcê ye, ragihandiye li bajarê Bender Enzelî yê ser bi parêzgeha Gîlanê ve ku dikeve bakurê Îranê di dema derketina xelkê bajêr bo nîşandana keyfxweşiya xwe hêzên emnî yên Îranê teqe li xelkê kirine û di encam de kesê bi navê “Mêhran Semak” hatiye kuştin.

Li gor zanyariyan, Mêhran Semak ê 27 salî di otomobîla xwe de bûye ku guleyek li serê wî ketiye û di canê de canê xwe ji dest daye.

Ji aliyê din ve Seîd Îzzetullahî yek ji lîstikvanên Tîma Futbola Îranê li ser hesabê xwe yê Instagramê ragihandiye, kesê ku hatiye kuştin hevalê wî yê zarokatiyê ye.

Îzzetullahiyê wêneyeke ku bi salan berê bi hev re kişandine parve kir û got: “Piştî têkçûna tal a şeva bihorî min xebera wefata te bihîst dilê min hêj bêtir şikest. Hevalê min ê berê, divê tu bizanibî ku mirovahî li vê dinyayê roj bi roj kêmtir dibe.”

Termê Mêhran Semak ê 27 salî duh Çarşembê 30ê Mijdarê li goristana Bender Enzelî hat veşartin.

Li gor çalakvanên Îranî û Rojhilatê Kurdistanê, li gelek bajarên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê xelk derketin kolanan û ji ber têkçûna tîma futbolê ya Îranê kêfxweşî kirin.

Rêxistinên mafên mirovan û çalakvanên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê ragihand, di şahiyên piştî têkçûna tîma futbola Îranê de li bajarên Rojhilatê Kurdistanê de herî kêm 30 kes bi guleyên hêzên emnî yên Îranê birîndar bûne.

Li gor agahiyan, li bajarên Sine, Seqiz, Merîwan, Dîwandere, Mihabad, Bokan, Urmiye, Qurwe, Îlam, Serawle û Pawe xelk ji keyfxweşiya têkçûna tîma Îranê li beramber Amerîkayê û derketina ji Kûpaya Cîhanî derketibûn kolanan.

Rêxistina Hengawê ragihandiye, li bajarê Pawe yê ser bi Kirmaşanê ve di encama teqeya hêzên Îranê de hunermendekî vî bajarê yê bi navê Fîroz Mîranî ji her du çavên xwe birîndar bûye. Li gor heman çavknaiyê, guleyên saçmeyî li çavên wî hunermendî ketine.