Supaya Pasdaran a Îranê: Eger Îsraîl bersivê bide em dê tûndtir êriş bikin

Hewlêr (Rûdaw) - Supaya Pasdaran a Îranê diyar kir ku eger Îsraîl bersivê bide wan ew dê tundtir êrişî Îsraîlê bikin.

Supaya Pasdaran a Îranê li ser êrişa mûşekî ya li ser xaka Îsraîlê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniya Supaya Pasdaran de wiha hatiye gotin:

“Li hemberî binpêkirina serweriya Komara Îslamî ya Îranê li ser kuştina şehîd Mucahîd Dr. Îsmaîl Haniye, Sekreterê Giştî yê Hizbullahê Seyid Hesen Nasralah û şehîdkirina fermandarê şêwirmendê bilind ê Supaya Pasdaran ê Libnanê Seîd Ebbas Nîlfiroşan bi dehan mûşekên balîstîk ji bo axa rejima siyonîst hatin avêtin.“

Li gorî daxuyaniyê Hêzên Asmanî yên Pasdaran ên Îranê li Navenda Eşxalê mûşek avêtine Îsraîlê.

Di berdewamiya daxuyaniya Supaya Pasdaran de wiha hatiye gotin:

“Hişyarî tê kirin, eger rejîma siyonîst bertekeke sîstematîk li dijî vê operasyona li gorî qanûnên welat û qanûnên navneteweyî hatiye kirin bide, dê bi êrişên wêranker ên zêdetir re rû bi rû bimîne."