Tehran: Mûşekên S-300 dê ewlehî û aramiyê bîne Sûriyê

01-10-2018
RÛDAW
Nîşan Tehran Ebas Eraqçî Îran
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî ragihand, Tehran wiha dibîne ku radestkirina sîstema mûşekên S-300 bo Sûriyê dê bibe sedema vegera aramî û ewlekariyê bo wî welatî .

  

Ebas Eraqçî da zanîn, eger Sûriyê biryar dayê wan mûşekan bikire û Rûsyayê jî biryar dayê wan mûşekan bifiroşe, ez bawer im kirîna wan mûşekan ji aliyê rêveberiya Şamê ve wê bikaribe ewlekarî û aramiyê vegerîne welatê wan .

 

Ev daxuyaniya Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê di demekê de ye ku Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihandibû, artêşa Rûsyayê dest pê kiriye sîstema berevaniya esman mûşekên S-300 vediguhezê bo Sûriyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst