Pizîşkiyan: Pêwîstiya me bi 100 milyar dolarî heye

01-09-2024
RÛDAW
Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan / Wêne: Arşîv
Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan / Wêne: Arşîv
Nîşan Îran Mesûd Pizîşkiyan Rewşa Aborî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan ragihand ku ji bo çareserkirina pirsgirêka aborî pêwîstiya wan bi 100 milyar dolarî ya sermayeguzariya biyanî heye.

Li Îranê her tişt biha bûye û rêjeya enflasyonê ji sedî 40 derbas kiriye.

100 dolarê Amerîkî dike 6 milyon tumenên Îranî.

Çavê Îraniyan li wê yekê ye, Serokkomarê wan ê nû zend û bendê xwe bade û aboriya wan baş bike.

Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan ê reformxwaz diyar kir ku geşeya niha ya aboriya Îranê ji sedî 4 e lê divê bibe ji sedî 8 da ku bêkarî û enflasyon dakeve.

Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan got:

“Ji bo em bigihêjin rêjeya ji sedî 8 ê geşbûnê, pêdiviya me bi 200 milyar dolarî heye.

Hinek kes jî dibêjin, dibe ku pêdiviya me bi 250 milyar dolarî hebe.”

Lê Îran ji ber ambargoyên navdewletî dest kurt e.

Bi gotina Pizîşkiyan, tenê 100 milyar dolar ji bo hilberînê heye.

Deriyên girtî li ber cîhana derve vedike

Ji bo bidestxistina 100 milyarê din, amaje bi wê yekê dide ku hikûmeta wî, deriyên girtî li ber cîhana derve vedike da ku biçin li Îranê hilberînê bikin.

Yek ji xezîneya dûredest jî diasporaya Îranî ye ku beşek ji wan ji welatê xwe aciz bûne û ji ber polîtîkayên wê ne amade ne vegerin.

Sermayedarên mezin jî di nav de hene.

Mesûd Pizîşkiyan her wiha got:

“Gelek ji wan Îraniyên li derveyî welêt dijîn dilê wan ji bo vî welatî lê dide.

Ji ber her sedemekê çûbin û ji me aciz bûbin, dikarin vegerin, an qet nebe li nav welatê xwe hilberînê bikin.”

Pizîşkiyan diçe New Yorkê

Ji 8 milyon dîasporaya Îranî, 1,5 milyonê wan li Amerîkaya neyarê Îranê dijîn.

Pizîşkiyan 19ê Îlonê ji bo beşdarî civîna Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî dê biçe New Yorkê.

Tê gotin ew dê li wê derê bi dîasporaya Îranî re bicive.

Lê ne xuya ye çi encam ji hewlên wî derdikeve, çepik bi destekî nayê lêdan.

Destek Serokkomarê reformxwaz û destê din jî parlamentoyeke piranî nerîtxwaz ku dikare planên serok ji derb bixe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst