Îranê tora civakî ya Telegramê qedexe kir

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî çendîn nirxandin û nûçeyên li dijî hev û nerazîbûna berprisên serbazî û merceên Şîe li Îranê, di dawiyê de Dadgeha Taybet bi Medyayê ya Tehranê biryara qedexekirina tora civakî ya Telegramê da.

 

Dezgeha Dadê ya Îranê biryara daxistina yekcarî ya Telegiramê ragihand û ew biryra ji bo kompaniyên pêwendiyan hatiye şandin. Di biryarnameyê de hatiye nivîsandin ku gereke ev biryar cîbicî bibe.

 

Dadgeha Taybet bi Medyayê ya Tehranê, tora civakî ya Telegramê tometbar dike ku cudahiyê dixe nav yekrêziya nîştimanî û nakokiyan di nava xelkê wî welatî de belav dike û dibêje jî: “Telegram bûye cihek ji bo çalakiyên grûpên terorîstî û nerazîtiyên xelkê jî di riya telegramê de hatine rêkxistin.”

 

Eva di demekê de ye ku Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî çend rojan berê gotibû: “Torên civakî yên biyanî li Îranê nayên daxistin.”