Hilbijartinên Parlamentoya Îranê bi rê ve diçin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dengdana ji bo 12emîn gera hilbijartina Parlamentoya Îranê dest pê kir.

Deriyên navendên dengdanên li seranserê Îranê û Rojhilatê Kurdistanê li gorî dema Îranê demjimêr 08:00 (07:30 li gorî dema Hewlêrê) vebûn.

Di vê hilbijartinê de 15 hezar û 200 berbijêr li 31 parêzgehên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê ji bo bidestxistina 290 kursiyên parlamentoyê rikeberiya hev dikin.

38 kursiyên parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê hene

Li Rojhilatê Kurdistanê, Hezar û 59 berbijêr dê li ser bidestxistina 38 kursiyên parlamentoya Îranê rikeberiyê bikin.

Ji bo parêzgeha Urmiyeyê 12 kursî, Kirmaşan 8 kursî, Sine 6 kursî, Loristan 7 kursî û Îlamê 3 kursî di parlamentoya Îranê de hene.

Herwiha li parêzgeha Loristanê 295 berbijêr, li Sine 133, li Urmiyeyê 369, li Îlamê 54 û li Kirmaşanê jî 208 berbijêr rikeberiya hev dikin.

Berpirsên Pilebilind ên Îranê di hilbijartinên vê carê de gelek giringiyî didin wan kesên ku dê cara yekemîn dengê xwe bidin.

Li gorî amarên ku Wezareta Karên Navxwe ya Îranê belav kirine, di hilbijartinên vê carê de zêdetir ji 3 milyon û 500 hezar kesî li seranserê wî welatî dê cara yekem deng bidin.

Li gorî zanyariyan, li parêzgeha Urmiyeyê 151 hezar kes dê cara yekem deng bidin.

Herwiha li Sineyê 8 hezar kes, li Loristanê 21 hezar kes, li Kirmaşanê 75 hezar kes û li Îlamê jî 8 hezar kes dê cara ewil biçin ser sindoqên dengdanê û dengên xwe bidin.