Li Til Rifetê otomobîlek hat teqandin
Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Til Rifetê yê Helebê otomobîleke bombebarkirî hat teqandin û di encamê de 4 kes birîndar bûn ku yek ji birîndaran zarok e.
Li gorî zanyariyên piştî teqînê yekser, hêzên ewlehiyê yên ser bi grûpên çekdar ên Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê yên nêzîkî Tirkiyeyê dest bi hareketê kirin.
Li gorî çavkaniyên di hefteyekê de 3 teqîn li wan herêmên di bin kontrola Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê de pêk tên.
27ê Kanûna Pêşîn a 2024an, li hemberî Mizgefta Mezin li navenda bajarê Minbicê otomobîleke bombebarkirî hat teqandin.
24ê Kanûna Pêşîn a 2024an li Kolana Tecnîdê ya bajarê Minbicê, mayinek hat teqandin û 2 kes hatin kuştin û 4 kes jî birîndar bûbûn.
Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi daxuyaniyekê diyar kir ku ti pêwendiya wê bi wan teqînên Minbicê re nîne û eşkere kir ku ew êrişên li ser sivîlan şermezar dikin.
Navçeya Til Rifetê di bin kontrola grûpên çekdar ên Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê de ye.