Hewlêr (Rûdaw) – Almanyayê hemû konsulxaneyên Îranê girtin û ji bo ambargoyên nû bi ser Îranê de bisepîne bi Yekîtiya Ewropayê (YE) re gotûbêjan dike.
Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbockê li ser girtina konsulxaneyên Îranê got:
"Me jî Îranê re dupat kir û bi zelalî got, îdamkirina welatiyekî Almanyayê dê bandorên mezin bi xwe re bîne.
Me biryar da konsulxaneyên Îranê yên li Frankfurt, Hamburg û Munîhê werin girtin."
Nûçegihanê Rûdawê yê Almanyayê Zinar Şîno diyar kir ku Almanyayê ji ber îdamkirina Cemşîd Şarmehd biryara girtina konsulxaneyên Îranê da.
Wezareta Karên Derve ya Almanyayê bangî welatiyên xwe yên li Îranê jî kir ku ji Îranê derkevin.
Li gorî zanyariyên Zinar Şîno, Cemşîd Şarmehd xelkê Îranê ye lê welatiyê Almanyayê ye.
Zinar Şîno amaje bi wê yekê jî kir ku Almanya ji bo ambargoyên nû bi ser Îranê de werin sepandin bi YEyê re danûstandinan dike.
Cemşîd Şermehd ji ber xebatên siyasî ji Îranê derketibû û bûbû welatiyê Almanyayê.
Şermehd ji sala 2003yan ve li Amerîkayê dima.
Cemşîd Şermehd sala 2022yan ji aliyê Îranê ve hat revandin û li Îranê hat darizandin û bi biryara îdamê hat cezakirin.
Ew 28ê Çiriya Pêşînê hat îdamkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse