Li dijî Kampa Penaberan a Cîbaliyeyê êriş: 100 kuştî

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Tendirustiyê ya Xezeyê ragihand di êrişa li Kampa Penaberan a Cîbaliyeyê de 100 kesî canê xwe ji dest da.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê ragihand ku îro di bombebarana Kampa Penaberan a Cîbaliyeyê de herî kêm 100 kesî canê xwe ji dest da.

Kampa Penaberan a Cîbaliyeyê dikeve bakurê Xezeyê û di bin kontrola Hemasê de ye.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê diyar kir ku di kampê de Taxa 6 Blokê ya cihê nîştecihên sivîl bi temamî hilweşiyaye.

Di daxuyaniyê de herwiha hat diyarkirin ku gelek kes birîndar bûne û birîndar rakirine Nexweşxaneya Endonêzyayê.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê ew êriş ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hatiye kirin.

Lê heta niha Îsraîlê derbarê êrişê de ti daxuyanî nedaye.