Şer germ dibe: Hemas, tank û zirxpoşên Îsraîlê dike armanc

31-10-2023
Nîşan Filistîn Îsraîl Xeze Hemas
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) –  25 roj in ku şerê Hemas û Îsraîlê didome û her ku diçe şer germtir dibe.

Bombebarana Îsraîlê ya li Xezeyê, bi dijwarî berdewam dike û Hemas jî dibêje, wan li bakurrojavayê Xezeyê “tank û zirxpoşên Îsraîlê kirine armanc.”

Lîwayên Qesamê ku baskê leşkerî yê Hemasê ye ragihand ku çekdarên wan vê sibehê li bakurrojavayê Xezeyê bi tank û antî-tankan rûbirûyî hêzên Îsraîlê bûne.

Li gorî Hemasê, çekdarên wan bi mûşekên “Yasîn 105” ên ku li Xezeyê hatine çêkirin, çar tankên Îsraîlê kirine armanc.

Hemasê destnîşan dikir ku van tankan hewl dida li rojavayê Xezeyê bi pêş bikevin.

8 hezar û 306 Filistînî hatine kuştin

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê, heta niha ji ber bombebarana Îsraîlê ya li Xezeyê 8 hezar û 306 Filistînî hatine kuştin.

Wezaretê destnîşan kir ku herî kêm 3 hezar û 457 ji wan zarok, 2 hezar û 136 ji wan jî jin bûne.

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê, di êrişên Îsraîlê de 35 rojnameger jî hatine kuştin.

Herwiha herî kêm 21 hezar û 48 kes jî birîndar bûne ku 6 hezar û 380 ji wan zarok, 4 hezar û 891 ji wan jî jin in.

Li aliyê din, li Kerta Rojavayê jî ji 7ê Çiriya Pêşînê ve herî kêm 119 kes hatine kuştin û hezar û 960 kes jî birîndar bûne.

Hezar û 405 Îsraîlî hatine kuştin

Di êrişên Hemasê û grûpên din ên Filistînî de, leşker jî nav de hezar û 405 Îsraîlî hatine kuştin û 431 Îsraîlî jî birîndar bûne.

Divê were gotin ku 239 kes jî ji aliyê Hemasê ve hatine dîlgirtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst