XEZE - Agirbesta parzakirina zarokan dest pê dike

New York (Rûdaw) - Neteweyên Yekbûyî û Îsraîlê peymana agirbestê ya 3 rojan çêkir.

Li gorî agahiyên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) peyman ji bo parzakirina nexweşiya felcê ya zarokan ango Polioyê hatiye çêkirin.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) ragihand, heger zarokên Xezeyê neyên parzakirin ev nexweşî dê hem li Îsraîlê û hem jî bi awayekî navneteweyî belav bibe.

Li gorî peymanê di nav 3 rojan de ji saet 06:00an heta 15:00an ango 9 saetan dê agirbest were danîn.

Endamê şandeya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) yê Filistînê Rik Peeperkorn anî ziman:

“Ez dixwazim peymana ji bo herêmên hatine eşkerekirin ku ji bo alîkariya mirovatiyê ye berdewam bike.

Peyman hat kirin û dê di nav pêvajoyekê de were birêvebirin.

Em dê 1ê Îlonê li navenda Xezeyê dest pê bikin û piştre jî li başur û bakurê Xezeyê berdewam bikin.”

Her çi qas peyman di navbera Neteweyên Yekbûyî û Îsraîlê de hatibe çêkirin jî bikaranîna vê peymanê hîn jî ne zelal e.

Di civîna Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî de hemû endamên konseyê piştgirî da peymanê û got ku pêwîst e ku parzaya Polioyê were kirin.

“Ji destê me çi tê em dê bikin”

Cigîrê Nûnerê Amerîkayê yê Neteweyên Yekbûyî Robert Wood li ser peymana agirbestê anî ziman:

“Belê, em hêvî dikin ku agirbesta parzayê were kirin. Ez wisa difikirim ku gelekî girîng e.

Parzakirina hemû zarokên Xezeyê gelekî girîng e û pêwîst e ku were kirin.

Em hez dikin ji destê me çi tê em bikin.”

Cigîrê Nûnerê Brîtanyayê yê Neteweyên Yekbûyî James Kariuki jî li ser agirbestê got:

“Belê em jî vê dibîhîsin. Em bi germî pêşwazî li vê agahiya peymana di navbera Neteweyên Yekbûyî û Îsraîlê ya ku derbarê vê planê de ye dikin.

Divê niha em dê bikaranîna vê peymanê bibînin.”

Li gorî agahiyên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) dê li Xezeyê 640 hezar zarokên ji 10 salî biçûktir parza bikin û divê ev parza 2 caran were kirin.

Armanca wan ew e ku ji sedî 90ê zarokên Xezeyê parza bikin ku bila belav nebe.

Polio di nav 25 salên dawî de cara yekem e ku li Filistînê tê dîtin.

Roja 1ê Îlonê dê peyman dest pê bike.