Al-Monitor: Bi alîkariya Nêçirvan Barzanî Tirkiye û Îmaratê peywendiya telefonî pêk anîn

Hewlêr (Rûdaw) – Li gor nûçeyekê Al-Monitorê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bûye navbeynkar ku peywendiya telefonî di navbera  Serokê Îmaratê Muhammed bin Zayed el-Nahyan û Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan pêk hatiye.

31ê Tebaxa 2021ê Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariyê ragihand ku Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan peywendiyeke telefonî ligel Serokê Îmaratê Muhammed bin Zayed el-Nahyan pêk aniye û têkiliyên her dû welatan û mijarên navçeyên hatine nîqaşkirin.

Derbarê hevdîtinê de Ajansa Fermî a Nûçeyan ya Îmaratê WAM cîh da daxuyaniyekê ku tê de  hate gotin ku di hevdîtina Erdogan û Nahyan de têkiliyên her du welatan hatine niqaşkirin û bi armanca bihêzkirina têkiliyên dostane li ser çareseriyan gotubêj kirine.

Herwiha di daxuyaniyê de tê diyar kirin ku Erdogan û Nahyan di mijara berjewendiyên hevpar û çend mijarên din yên navçeyê de danûstendina fikrî kirine. 

Malpera nûçeyan Al-Monitorê jî ragihand ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî alîkar bûye bo peywendiyeke telefonî ya di demeke nêzîk de ku di navbera Serokê Îmaratê Muhammed bin Zayed el-Nahyan û Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan pêk hatiye.

12ê Hezîrana 2021ê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser vexwendina Serokê Îmaratê çûbû Îmaratê  û derbarê serdana xwe li ser Twîtterê wiha gotibû: “Me mijarên bihêzkirina têkiliyên her du welatan, aştiya herêmê gotubêj kirin. Yek ji mijaran jî Tirkiye bû.”