Lubnan penaberên Sûrî bi zorê der dike

31-08-2019
RÛDAW
Amnesty ragihand ku Lubnanê nêzîkî 2 hezar û 500 koçberên Sûrî bi zorê derkirine
Amnesty ragihand ku Lubnanê nêzîkî 2 hezar û 500 koçberên Sûrî bi zorê derkirine
Nîşan Lubnan Koçber Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rêxistina Lêborînê ya Navdewletî (Amnesty) ragihand ku hikûmeta Lubnanê  nêzîkî 2 hezar û 500 koçberên Sûrî bi zorê koç kirine û ew radestî hikûmata Sûriyê kirine.  Amnestî  hişyariyê dide, ku  ew nikarin biçin nav axa Sûriyê, daku bizanibin çi çarenivîsa wan kesên ku ji aliyê ewlekariya Lubanê ve bo hikûmeta Sûriyê hatine radestkirin.

Amnesty di rapora xwe ya dawî de ragihand, ku di dema dawî de desthilatên Lubnanê  nêzîkî 2 hezar û 500 koçberên Sûrî bi zorê koç kirine û ew radestî hikûmata Sûriyê kirine, li gor Amnsety vegerandina koçberan bi zorê perensîp û pabendiyên Lubnanê derbarê koçberan de binpê dike.

Derbarê mijarê de Lêkolera Amnestyê Sara Mendûr dibêje: “ Nêzîkî 2 hezar û 500 kes hatine koçkirin, ew yek li gor mîkanîzmaya saziya ewlekariya giştî yan çi aliyekî ewlekariyê be li Lubnanê ew yek tê kirin. Dema kesekî Sûrî piştî 24 meha 4ê ku bi dizî derbasbûye digirin, wê demê bo Sûriyê tê koçkirin, wate bo hikûmeta Sûriyê tê radestkirin.”

Tîma Amnesty li Lubananê hişyariyê dide û dibêje, ji ber astengan ew nikarin biçin nav axa Sûriyê, daku bizanibin çi çarenivîsa wan kesên ku ji aliyê ewlekariya  Lubanê ve bo hikûmeta Sûriyê hatine radestkirin, wate bi nerîna Amnestî jiyana kesên radestkirî di metirsiyê de ye.

Sara Mendûr diyar kir ku ew Amnestyê dixwazin hikûmeta Lubnanê koçkirina bi zorê rawestîne. Em nikarin biçin nav Sûriyê daku bizanibin çi çêdibe, yan çarenivîsa wan kesên ku hatine koçkirin bizanibin. Berî her tiştî selametiya koçber, parastin wan ji girtinê, û birina wan bo leşkeriya bi zorê . Ev hemû tişt koçberên Sûriyê ditirsînin ku vegerin. Piştre mafên vehewandinê û kar û mafên din.”

Piştî 13ê Gulana îsal , li gor biryara Civata Bilind a Berevaniyê ya Lubanê, ew koçberên Sûrî ku piştî 24ê Nîsana îsal bi awayekî neyasayî derbasî Lubnanê bûne, ji aliyê desthilata ewlekariya Lubanê bo hikûmeta Sûriyê tên raderstkirin, vê yekê jî nerazîbûn û tirsek zêde li pey xwe aniye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst