Fatih Yildiz: Tirkiyê vîze li ser welatiyên Iraqê nerakiriye

31-08-2018
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Iraq Vîze Balyozê Tirkiyê li Bexdayê Fatih Yildiz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Balyozê Trikiyê yê li Iraqê red kir, ku Enqerê vîze li ser welatiyên Iraqê rakiribe, lê belê soz dide, ku wê pêşniyarê bigihîne hikûmeta wî welatî.

 

Fatih Yildiz li ser hesaba xwe ya twîterê derbarê nûçeya rakirina vîzeya Tirkiyê li ser welatiyên Iraqî de ragihandiye: “Nûçeyek di medyayan de hatiye belavkirin û di torên civakî de jî belav bûye, ku goya vîzeya Tirkiyê li ser welatiyên Iraqê hatiye rakirin. Ev gotegot çêkirî ye û ti bingeheke wê nîne.”

 

Yildiz di vê peyama xwe ya twîterî de herwiha gotiye: “Çend pirsyar gihîştine destê min, derbarê guhertina sîstema vîzeya Tirkiyê bo welatiyên Iraqê de, di rastiyê de ti guhertinek di rojevê de nîne, her kesek ku pêwîstî bi vîzeyê hebe, pêwîst e weke berê rêkarên wergirtina vîzeyê cîbicî bike.”

 

Di bersiva komênteke welatiyekî de jî, Balyozê Tirkiyê yê li Iraqê soza wê yekê daye, ku lidûvçûnê bo vê mijarê bike û gotiye: “Soz be, ez pêşniyara we bidim serveyî xwe.”

 

Demek bû ku di nava torên civakî de û herwiha di beşek ji medyayên Iraqê de hin zanyarî hatibûn belavkirin, ku li gorî wan zanyariyan qaşo Tirkiye vîze li ser welatiyên Iraqê rakiribe û welatiyên iraqî bikarin bê vîze serdana Tirkiyê bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst