Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser kuştina Serokê Hemasê daxuyanî da!

11 demjimêr berê
Nîşan Serokatiya Herêma Kurdistanê Serokê Hemasê Kuştin Daxuyanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokatiya Herêma Kurdistanê, kuştina Serokê Hemasê Îsmaîl Heniye şermezar kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê liser kuştina Serokê Hemasê Îsmaîl Heniye peyameke nivîskî belav kir û got:

“Em kuştina Serokê Ofîsa Siyasî ya Tevgera Hemasê Îsmaîl Heniye şermezar dikin ku bi mêhvandarî li Tehranê bû û em bi dilgiraniyeke mezin li rûdanên nû temaşe dikin.”

Serokatiyê bal kişand ser zêdebûna alozî û nakokiyên li herêmê û got:

“Aloztirkirina rewşê li ser aramî û seqamgîriya hemû herêmê metirsî ye û dê encamên xerabtir bi xwe re bîne.”

Çi bûbû?

Serokê Hemasê Îsmaîl Heniye îro berê sibehê li Tehrana paytexta Îranê hat kuştin.

Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku Heniye li mala ku lê dima rastî êrişekê hatiye.

Îran û Hemas dibêjin ku Îsraîlê Heniye kuştiye lê Îsraîlê heta niha li ser mijarê daxuyaniyeke fermî nedaye.

Îsmaîl Heniye 6ê Gulana 2017an li şûna Xalid Meşal bûbû Serokê Ofîsa Siyasî ya Hemasê.

Îsmaîl Heniye ji bo beşdarî merasîma sondxwarinê ya serokkomarê nû yê Îranê Mesûd Pizîşkiyan bibe çûbû Tehranê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst