Nêçîrvan Barzanî li Tehranê çi kir?

Hewlêr (Rûdaw) – Nêçîrvan Barzanî li Tehranê hevdîtinên girîng dike û bi rayedaran re mijarên li rojevê dinirxîne.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo bêşdarî merasîma sondxwarinê ya Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan bibe doh li ser vexwendineke fermî çû Tehrana paytexta Îranê.

Nêçîrvan Barzanî li Tehranê bi bi gelek berpirs û serkirdeyan re mijarên girîng ên li rojeva Herêma Kurdistanê nirxandin.

Hevdîtina bi Serokê Parlamentoya Îranê re

Serokê Herêma Kurdistanê di çarçoveya temasên xwe de îro jî bi Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf re hevdîtinek kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civînê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, her du alî li ser pêwendiyên Îranê yê li gel Îraq û Herêma Kurdistanê, rewşa navxwe ya Îraq û Herêma Kurdistanê û herêmê axivîne.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku her du aliyan tekezî li ser bipêşxistina pêwendiyên Îranê yên li gel Îraq û Herêma Kurdistanê û hevkariya hevbeş a ji bo parastina aramî û aştiyê ya herêmê kiriye.

Hevdîtina bi Serokkomarê Îranê re

Nêçîrvan Barzanî piştre jî bi Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan re civiya.

Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê Xê derbarê hevdîtina bi Mesûd Pizîşkiyan re peyamek belav kir û got:

“Kêfxweş im ku min yekem roja wî ya kar bi Serokkomarê Komara Îslamî ya Îranê Mesûd Pizîşkiyan re hevdîtin pêk anî.

Ez hêvî dikim ku ji bo bipêşxistina pêwendiyên Îraq û Herêma Kurdistanê yên bi  Îranê re em bi hev re kar bikin.”

Serokatiyê daxuyanî da

Serokatiya Herêma Kurdistanê jî li ser vê hevdîtinê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Serokatiya da zanîn, Mesûd Pizîşkiyan ji bo ku beşdarî merasîma wî ya sondxwarinê bûye spasiya Nêçîrvan Barzanî kiriye.

Mesûd Pizîşkiyan herwiha aniye zimên ku Îran dixwaze di hemû biwaran de pêwendiyên xwe yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re xurt bike.

Li gorî daxuyaniyê, Nêçîrvan Barzanî jî ji bo vexwendina wî spasiya Pizîşkiyan kiriye û gotiye:

“Herêma Kurdistanê Îranê wekî cîranekî xwe yê girîng dibîne û hewl dide ku pêwendiyên Îraq û Herêma Kurdistanê yên bi Îranê re bi pêş bixe.”

“Herêma Kurdistanê nabe çavkaniya metirsiyan”

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku Nêçîrvan Barzanî Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan vexwendiye Hewlêrê.

Nêçîrvan Barzanî destnîşan kiriye ku divê geştyarî û bazirganiya di navbera her du aliyan de berfirehtir bibe û gotiye:

“Herêma Kurdistanê ti carî ji bo Îran û welatên cîran nabe çavkaniya metirsiyan.”

Alaya Kurdistanê li Tehranê bilind bû

Divê were gotin ku li merasîma sondxwarinê ya Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan Alaya Kurdistanê jî hat danîn.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî doh jî li Tehranê bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re jî civiyabû.