Serdozgerê Giştî yê Îranê ji bo Heniye ferman da

12 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Serdozgerê Giştî yê Îranê Îsmaîl Heniye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serdozgerê Giştî yê Îranê Mihemed Muwahîdî telîmat da ku kuştina Serokê Hemasê Îsmaîl Heniye ji hemû hêlan ve bê lêkolînkirin.

Fermana Serdozgerê Giştî yê Îranê Mihemed Muwahîdî di Ajansa Nûçeyan a Xwendekarên Îranî (ISNA) de hat weşandin.

Mihemed Muwahîdî ji ber kuştina Îsmaîl Heniye sersaxî da gelê Filistînê û Hemasê û diyar kir ku ew êrişê şermezar dike.

Muwahîdî telîmat da ku Dozgeriya Tehranê yekîneyeke lêpirsînê ya taybet peywirdar bike, bi hevkariya artêş û hêzên ewlehiyê bêyî ku derengî çêbe ji hemû aliyan ve li ser bûyerê lêpirsîn bê kirin.

Muwahîdî got, “Ji bo ku ev çalakiya terorê bê ronîkirin, her cure îhmal û qisûrên muhtemel bên lêkolînkirin, kiryar bên girtin, divê ji bo darizandin û cezakirinê hemû derfetên nav welêt û dervayî welêt bên bikaranîn."

Çi bûbû?

Serokê Hemasê Îsmaîl Heniye îro berê sibehê li Tehrana paytexta Îranê hat kuştin.

Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku Heniye li mala ku lê dima rastî êrişekê hatiye.

Îran û Hemas dibêjin ku Îsraîlê Heniye kuştiye lê Îsraîlê heta niha li ser mijarê daxuyaniyeke fermî nedaye.

Îsmaîl Heniye 6ê Gulana 2017an li şûna Xalid Meşal bûbû Serokê Ofîsa Siyasî ya Hemasê.

Îsmaîl Heniye ji bo beşdarî merasîma sondxwarinê ya serokkomarê nû yê Îranê Mesûd Pizîşkiyan bibe çûbû Tehranê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst