Demîrtaş li ser kuştina Serokê Hemasê çi got?

Hewlêr (Rûdaw) – Selahattîn Demîrtaş li ser kuştina Serokê Hemasê Îsmaîl Heniye got, “Jiyaneke ku bi têkoşîna li hemberî zilme tije ye bi wate ye û cihê rêzgirtinê ye.”

Serokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş bi rêya hesabê xwe yê Xê bertek nîşanî kuştina Îsmaîl Heniye da.

“Jiyaneke bi wate ye û cihê rêzgirtinê ye”

Selahattîn Demîrtaş kuştina Serokê Hemasê şermezar kir û got:

“Jiyaneke ku bi têkoşîna li hemberî zilme tije ye bi wate ye û cihê rêzgirtinê ye.

Heniyeyê ku yek ji pêşengên gelê Filistînê bû dê tim bi vî awayî were bibîranîn.

Ji zû ve ye ku desthilata Netanyahu di bêhiqûqî, bêexlaqî û nemerdiyê de sînor derbas kirine.

Ez naletê li qetilkirina Heniye ya bi awayekî tirsonek dibarînim.

Bila Xweda rehma xwe lê bike, serê malbata wî û gelê Filistînê sax be.”

Çi bûbû?

Serokê Hemasê Îsmaîl Heniye îro berê sibehê li Tehrana paytexta Îranê hat kuştin.

Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku Heniye li mala ku lê dima rastî êrişekê hatiye.

Îran û Hemas dibêjin ku Îsraîlê Heniye kuştiye lê Îsraîlê heta niha li ser mijarê daxuyaniyeke fermî nedaye.

Îsmaîl Heniye 6ê Gulana 2017an li şûna Xalid Meşal bûbû Serokê Ofîsa Siyasî ya Hemasê.

Îsmaîl Heniye ji bo beşdarî merasîma sondxwarinê ya serokkomarê nû yê Îranê Mesûd Pizîşkiyan bibe çûbû Tehranê.