Daxuyaniyên Çavuşoglu bûne cihê nerazîbûna alîgirên opozisyona Sûriyê

31-07-2022
Hisên Omer
Karvedanên daxuyaniya Wezîrê Derve yê Tirkiyê berdewam in
Karvedanên daxuyaniya Wezîrê Derve yê Tirkiyê berdewam in
Nîşan Tirkiye Sûriye Mevlut Çavuşoglu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî civîna lûtkeyê li Tehranê, nîşanên hewla nêzîkbûnê di navbera Sûriyê û Tirkiyê de derdikevin. Ji bo yekemîn car Wezîrê Derve yê Tirkiyê ragihand ku Tirkiyê amede ye hemû corên piştevaniya siyasî ji bo rejîma Sûriyê pêşkêş bike “li dijî terorê” û got jî, ji mafê hikûmeta Sûriyê ye PKK û HSD ji nav xaka xwe derxîne.

Hin çavkanî tekez dikin ku di lûtkeya Tehranê de, Tirkiyê û Îranê lihev kirine ku Îran berjewendiyên Tirkiyê li bakurê Sûriyê bi rejîma Sûriyê bide qebûlkirin, li hember encamnedana operasyoneke serbazî nû.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlud Çavuşoglu, bi daxuyaniya xwe derbarê amadebûna Tirkiyê ji bo piştevanîkirina hikûmeta Sûriyê li dijî HSDê de gelek aliyên pêwendîdarî kirîza Sûriyê şok kir.

Ji bo yekemîn car perpirsekî astbilind li Tirkiyê behsa alîkariya siyasî ji bo hikûmeta Sûriyê dike.

Derbarê egera lihevhatina Tirkiyê û Sûriyê û bandora vê yekê li ser opozisyona Sûriyê, Goman Hisên Endamê Polîtbûroya el Partî ku beşeke ji ENKS ji bernameya Çavê Sêyem a Radioya Rûdawê re axivî.

Eendamê Polîtbûroya el Partî Goman Hisên got: “Îro Îtilafa Sûriyê nikare helwestek an jî nêrînekê nîşan bide ku ji dervey berjewendî û siyaseta Tirkiyê be. Lê girîng e ew e ku em dê çawa bikarin xwe biparêzin. Bi nêrîma min yekrêziya Kurdan dikare me biparêze û ev yek jî ji PYDê tê xwestin ji ber ku ew li wê herêmê desthilatdar e.”

Di dema beşdarbûna xwe di heman bernameya Radioya Rûdawê de, Serkirdeyê Partiya Wîfaq Dr.Sebrî Yûsif, ku beşek ji MSDê ye, got hebûna Hevpeymaniya Navdewletî bandora vê egerê li ser Rêveberiya Xweser sivik dike.

Daxuyaniyên Wezîrê Derve yê Tirkiyê derbarê piştevanîkirina hikûmeta Sûriyê de, bûne cihê nerazîbûna alîgirên opozisyona Sûriyê ku bi sekneke protestokirinê li Efrînê nîşan dan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst