Hewlêr (Rûdaw) – Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê bo Hevpeymaniya dijî DAIŞê Brett McGurk ragihand, stratejiya Waşington û hevpeymanan di şerê dijî DAIŞê de bi ser ketiye û herwiha diyar kir, ku Amerîka ji ber berfirehbûna desthilata El Qaîdeyê nîgeran e.
Brett McGurk li Waşingtonê di panelekê de diyar kir: “Di sê salên borî de Amerîka û hevpeymanan serkevtinên mezin li dijî DAIŞê bi dest xistine, ji ber vê jî şikestina yekcarî ya DAIŞê, ne dûr e.”
McGurk herwiha destnîşan kir: “Parêzgeha Idlibê piştî 11ê Îlonê mezintirîn cihê El Qaîde ye. Ev pirsgirêkeke pir giring e. Me amaje bi hêza El Qaîde ya li parêzgeha Idlibê kiribû. Em dibînin ku serkirdeyên wan diçin Idlibê û li wir dimînin.”
Weke din McGurk bal kişande ser wê yekê, ku welatên di hevpeymaniya navdewletî de dixwazin li gel Tirkiyê kar bikin, ji bo vê jî dixwazin sînorê bakurê Sûriyê bi tevahî bigrin, da ku rê ji çekdaran re werin girtin û ew çekdar neçin Idlibê û tevlî El Qaîdê nebin.
Ji aliyekî din ve jî pispor hişyar dikin ku bi şikestina DAIŞê, dê rêxistina El Qaîde vê yekê weke derfet bibîne û hewl bide ku pêgeha xwe bihêz bike.
Joshua Geltzer ku li ser lêkolîna terorîzmê pispor e diyar kir: “El Qaîde li Sûriyê derfetan bi kar tîne, da ku li herêmê hin cihên din jî bixe bin kontrola xwe. Hewl dide ku xwe li gel xelkê herêmê biguncîne û biçe nav hêzên din. Ji ber vê, divê li ser êrişên El Qaîde agahdar bin û li ser vê mijarê helwestek hebe.”
Niha herêmeke berfireh li bakurê rojavayê parêzgeha Idlibê ya Sûriyê, di destê Tehrîr Eş Şam de ye ku ew jî bereya El Nûsra ya El Qaîdeyê ye. Ev jî bûye sedema nîgeraniya Amerîkayê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse