NY, YE û Amerîka artêşa Îsraîlê şermezar dikin

 

Hewlêr (Rûdaw)- Ajansa Hawarhatin û Bikarxistina Koçberên Filestînê ya ser bi Neteweyên Yekbûyî ve (UNRWA) bordumankirina dibistanekê li kerta Xezze ya Filestînê bi tunîd şermezar kir.

Duh, 30 tîrmehê, artêşa Îsraîlê dibistaneke ser bi UNRWA ve li kerta Xezza berduman kir, ku tê de hejmareki mezin ji kesên ku ji ber şerê Xezze reviyane, dijîn.

Rêveberê UNRWA, Pierre Krähenbühl, derebarê qurbaniyên ku ji encama bordomankirina dibistana UNRWA ya bi navê “Dibistana Cibaliya ya Keçan” li Xezzayê de ketine aşkere kir ku herî kêm 15 kesan jiyana xwe ji dest dan û nêzîk 100 kesên din jî birîndar ketin.

Herwiha Pierre Krähenbühl rexneyên tund li Îsraîlê girtin û got ku wan 17 caran Îsraîl agehdar kirin ku ew dibistan niha ji bo hewandina derbederan bikar tê.

Navborî ragihand jî: “Ez bi tundî vê binpêkirina tirsnak a yasaya navdewletî ji aliyê hêzên Îsraîlê ve şermezar dikim.”

Herwiha her yek ji Sekreterê Giştî yê NY Ban Ki-moon, Amerîka û Yekîtiya Ewropa bordumankirina dibistana UNRWA li Xezza ji aliyê Îsraîlê ve bi tundî şermezar kirin.

Ev 23 rojin ku artêşa Îsraîlê dest bi operasyoneke berfereh li dijî kerta Xezzayê kiriye, bi bihaniya ku Tevgera Hemas ji wê navçeyê rokêtan di havêje axa Îsraîlê.

di encama vî şerî de, ji aliyê filesîtnê 1360 kes û ji aliyê Îsraîlê ve 56 leşker û 3 sivîl hatine kuştin.