Şandeke leşkerî ya Erebistan, Îmarat û Urdin serdana Kobanî kir

31-05-2018
RÛDAW
Nîşan HSD Erebistana Siûdî Îmarat Urdin Kobanî Şand Civîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Şandeke leşkerî ya Erebistana Siûdî, Îmarat û Urdinê serdana bajarê Kobanî kir û li gel fermandarên Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) civiyan.

 

Li gor medyaya Erebî, serdan roja çarşemê pêk hatiye û civîn jî li binkeya leşkerî ya Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê çêbûye.

 

Li gor medyaya Tirkiyê jî, armanca şanda wan hersê welatan, damezrandina yekîneyeke leşkerî ya Erebî li wê deverê ye û hêzên Senadîd jî (hêzeke hevbeş a HSDê ye) dê bibe pêkhênera sereke ya wê hêzê.

 

Hat ragihandin ku yekîneyên leşkerî yên Erebî dê hêza pasevaniya sînor pêk bînin û Erebistan jî dê budce û mûçe ji bo wan dabîn bike, lê belê fermandeyekî hêzên Senadîd red dike û dibêje ku agahdarê bernameyeke bi vî rengî nînin.

 

Fermandarê Hêzên Senadîd Bender bin Hemîd Deham ji Rûdawê re ragihand ku wan jî di medyayê de ev nûçe bihîstine û got: “Tê gotin ku PYD dê beşdarî wê hêzê bibe.”

 

Belavbûna vê nûçeyê di demekê de ye ku di meha Nîsana derbasbûyî de Serokê Amerîkayê got ku "eger Erebistana Siûdî dixwaze Amerîka li Sûriyê bimîne, divê mesrefên mana li wê derê dabîn bike".

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst