Balyozê Amerîkî bi Kurdî: Rojbaş!

Navenda Nûçeyan – Balyozê Amerîkayê yê Enqerê John Bass li bajarê Rihayê di çalekiyeke de bi Kurdî got, “Rojbaş” û bang li PKKê kir ku çekan dane.

 

Balyozê Amerîkayê yê Enqerê John Bass li Rihayê beşdarî bernameya “Lûtkeya Jinên Karsaz ên Rojhilatê Başûr” bû.

 

John Bass destpêka axaftina ji beşdariyan re bi zimanê Kurdî, Îngilîzî û Tirkî got, rojbaş.

 

Bass ji bo destpêkirina muzakereyan banga çek daninê li PKKê kir û wiha got: “Divê li vê herêmê ev tundî bê rawestandin. Gava vê yekê ya herî girîng ew e, ku PKKê dev ji tundiyê berde û çekan dane.” (Jêder: DHA)