Hewlêr (Rûdaw) – Çekdarên Hûsî yên Yemenê 4 welatiyên Amerîkî girtin. Herwiha hewlên Washingtonê bo rizgarkirina wan kesan bê encam bûne.
Îro rojnameya Washington Post a Amerîkî ji zarê jêderekî agahdar ragihand: “4 kesên bi esil amerîkî ji aliyê milîsên Hûsî yên Yemenê ve hatine girtin ku yek ji wan kesan xwediyê herdu nasnameyên yemenî-amerîkî ye.”
Rojnameya Washington Postê di nûçeya xwe de ragihandiye ku, Amerîka ji bo azadkirina wan welatiyên xwe hewl dane, lê hemû hewlên wê bê encam bûne.
Li gor wê rojnameyê ew herçar kes li girtîgeheke bajarê Senha ya paytextê Yemenê ji aliyê çekdarên Hûsî ve hatine girtin.
Rojnameyê wiha got: “3 ji wan kesên girtî fermanberên Hikûmeta Amerîkayê li Yemenê bûne, lê kesek ji wan xwedî nasnameyên yemenî-amerîkî bûye û ne fermanberê Hikûmeta Amerîkayê ye.”
Di 26ê Adara borî de, hevpeymanîya erebî bi serkirdatiya Erebistana Siûdiyê êrişên xwe bo ser çekdarên Hûsî dest pê kir. Welatên endam di wê hevpeymaniyê de ragihandin, çekdarên Hûsî dixwazin bi rêya kodetayê hikûmeta fermî ya Yemenê ji kar bixin û bi awayekî ne rewa kontrola xwe bi ser wî welatî de bisepînin.
Şer û pevçûnên navbera çekdaêrn Hûsî û çekarên alîgirê Serokê berê yê Yemenê ji aliyekî û çekdarên alîgirê Serokê yasayî yê Yemenê Ebidrebe Mensûr Hadî heta niha jî didom in.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse