Wezîrê Derve yê Sûriyê serdana Misirê dike

Hewlêr (Rûdaw) - Medyaya fermî ya Sûriyê ragihand, Wezîrê Derve yê wî welatî Feysel Miqdad dê sibe di destpêka meha Nîsanê de serdana Misirê bike.

Li gorî medyayên herdû welatan, sibe Feysel Miqdad serdana Qahîreya paytexta Misirê dike û bi Wezîrê Derve yê wî welatî Samih Şukrî re dicive.

Hatiye ragihandin ku herdû wezîr dê peywendiyên du alî û pêşhatên li navçeyê gotûbêj bikin.

Ev serdan di demekê de ye ku meha derbasbûyî û piştî erdhejê, Wezîrê Derve yê Misirê serdana Şamê kiribû û bi Serokê Sûriyê Beşar Esed re civiyabû. Samih Şukrî herwiha di wê serdana xwe de li avahiya Wezareta Derve ya Sûriyê bi Wezîrê Derve yê wî welatî Feysel Miqdad re jî civiyabû.

Ji destpêka kirîza Sûriyê ve ku di sala 2011an de destpê kir, ev yekem serdana Wezîrê Derve yê Sûriyê bo Misirê ye.