Hêzên Tirkiyê Eyn Îsa û Minbic topbaran kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Tirkiyê çend dever li herdu herêmên Eyn Îsa li bakurê Reqayê, û Minbic li bakurê rojhilatê Helebê topbaran kirin.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, şeva bihorî topxaneya Artêşa Tirkiyê herdu gundên Hoşeriyê û Toxar ên ser bi herêma Minbicê topbaran kirine.

Roja Çarşemê 29ê Adarê jî, danê paş nîvro hêzên Tirkiyê derdora bajarokê Eyn Îsa li bakurê parêzgeha Reqayê kirine armanc.

Li gorî çavkaniyên ser bi opozisyonê ve, di encama topbaranê de 2 serbazên hikûmeta Sûriyê hatine kuştin.

Heta niha ti daxuyanî ji aliyê hikûmeta Sûriyê derbarê vê êrîşê de nehatine dayin.