Tirkiyê karwaneke din a serbazî şande Idlibê

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Tirkiyê karwaneke din a serbazî şande parêzgeha Idlibê ya li bakurê Sûriyê.

Li gor çavkaniyên xwecihî, şeva bihorî karwaneke serbazî ya artêşa Tirkiyê di deriyê Kefer Losîn a li bakurê Idlibê re derbasî nav xaka Sûriyê bûye.

Li gor heman çavkaniyên xwecihî, karwana artêşa Tirkiyê ji hejmarek otomobîlên serbazî û zirêpoşan pêk hatiye.

Çavkaniyên xwecihî û çalakvanên parêzgehê ku dîmenên vîdeoyî yên karwana serbazî ya Tirkiyê weşandine, didin zanîn ku ew hêz li ser xalên artêşa Tirkiyê li bakurê rojavayê Sûriyê tên dabeşkirin.

Ji dema destpêkirina êrîşa Idlibê ve û tevî agirbesta ragihandî ya di navbera Tirkiyê û Rûsyayê de, Tirkiye bi berdewamî hêzên zêdetir dişîne nav xaka Sûriyê û hejmara xalên serbazî yên Tirkiyê li navçeyê gihiştiye zêdetirî 50 xalan.