Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Ketîbeyên Izedîn El Qesamê Ebû Ubeyde ku baskê çekdarî yê Hemasê ye ragihand ku serkirdeyê wan Mihemed Zeyf hatiye kuştin.
Berdevkê Hemasê Ebu Ubeyde li ser kuştina Mihemed Zeyf û çend serkirdeyên din daxuyanî da.
Ebû Ubeyde di daxuyaniya xwe de da zanîn ku bi Mihemed Zeyf re endamên Konseya Leşkerî ya Ketîbeyên Qesamê Merwan Îsa, Xazî Ebû Temah, Raid Sabît, Rafî Selame, Ehmed El Xendûr û Eymen Newfel jî hatine kuştin.
Ebû Ubeyde derbarê dem û awayê kuştina Mihemed Zeyf de ti agahî nedan.
Artêşa Îsraîlê 1ê Tebaxa 2024an ragihandibû ku wan Mihemed Zeyf kuştiye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse