Netewên Yekbûyî alîkariyên bo penaberên Sûrî yên li Libnanê kêm kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Komisyona Karûbarên Penaberan ser bi Neteweyên Yekbûyî nêzîka 35 hezar malbatên Sûrî yên li Libnanê ji lîsteya alîkariyên xwe derxistin.

Li gor Berdevka Komisyona Penaberan Lîsa Ebû Xalid, ev biryar ji ber kêmbûna budceya komisyonê ya îsal hatiye wergirtin.

Ebû Xalid ragihandiye ku ew neçar in çînên herî hewcedar destnîşan bikin û alîkariyê pêşkêşî wan bikin.

Sala borî, 269 hezar malbatên Sûrî alîkarî ji Neteweyên Yekbûyî werdigirtin, lê îsal ew hejmar bo 234 hezar malbat kêm bûye.