Îmarat: Me êrişeke mûşekî ya Hûsiyan pûç kir
Hewlêr (Rûdaw) - Îmaratê îro ragihand, artêşa wî welatî bersiva êrişeke mûşekî ya Hûsiyên Yemenê daye û ev êriş têk biriye û ti zirareke wê nebûye. Ev dibe sêyemîn êrişa Hûsiyan li ser Îmaratê di meha yekem a îsal de.
Wezareta Berevaniya Îmaratê îro Duşembê 31ê Çileya 2022an ragihand, sîstema berevaniya esmanî ya wî welatî bersiva êrişa mûşekî ya Hûsiyan daye û mûşekeke balistîk a Hûsiyan ku ber bi Îmaratê ve hatibû avêtin, jinav biriye.
Wezareta Berevaniya Îmaratê diyar kiriye, mûşek li derveyî navçeyên niştecîbûnê ketiye xwarê û ti zirareke canî jê çênebûye.
Nehatiye ragihandin ka ew mûşeka balistîk arasteyî Ebû Zebî hatiye kirin an Dubay.
Ev dibe sêyemîn êrişa Hûsiyên Yemenê bo ser Îmaratê di nava mehekê de. Di êrişa yekem de ku roja 17ê Çile hat encamdan, sê karkerên biyanî hatibûn kuştin û êrişa duyem jî ku heftiyekî piştî êrişa yekem bû, ji aliyê sîstema berevaniya Îmaratê ve hat pûçkirin.
Wezareta Derve ya Amerîkayê jî êrîşa mûşekî ya Hûsiyan bo ser Îmaratê şermezar kir.
Avêtina wê mûşekê hevdem bû li gel serdana Serokkomarê Îsraîlê Isaac Herzog bo Îmaratê.