Xaça Sor derbarê Idlibê de hişyarî da

Hewlêr (Rûdaw) - Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor ragihand, ku ji ber êrîşên li ser xelkê sivîl yê Idlibê, bi dehan kes hatine kuştin û zêdetirî 150 hezar kes jî koçber bûne.

Xaça Sor di daxuyaniyekê de ragihand, ku rewşa taxên rojavayê Helebê jî xerabe, û ew berdewam têne tobparankirin, lê rewşa herî xerab li Idlibê ye.

Xaça Sor di derbarê zêdebûna hejmara qurbaniyên şerê Idlibê de hişyarî da, û daxwaz ji aliyên şer kir, ku xelkê sivîl û jêrxaneya bajaran nekin armanca xwe, û rêzê li karê tîmên hawarçûn û tîmên tendirûstiyê bigrin.

Herwiha Xaça Sor amadebûna xwe nîşan da, ku bi hemahengî li gel Xaça Sor ya Sûriyê, alîkariyên cur bi cur pêşkêşî xelkê sivîl bike.