Pispora Îsraîlî: Ma divê Îsraîl li dijî Tirkiyeyê piştgiriya Kurdan bike?
Hewlêr (Rûdaw) - Lêkolînera Enstîtuya Stratejiyên Siyonîst Noa Lazimiyê di nivîseke xwe de ku helwesta Îsraîlê ya li hemberî siyaseta Tirkiyeyê ya Kurdan dinirxîne, pirsiyar kir ka divê Îsraîl piştgiriya Kurdan bike yan na.
"Îsraîl li hemberî Tirkiyeyê divê piştgiriya Kurdan bike?"
Pispora têkîliyên navneteweyî ya Enstîtuya Stratejiyên Siyonîst Noa Lazimiyê di nivîseke xwe ya li ser malpera Israel Hayomê de bal kişand ser helwesta stratejîk a Îsraîlê ya li hemberî siyaseta Tirkiyeyê ya li ser Kurdan.
Noa Lazimiyê di nivîsa xwe ya bi navê "Dijminê dijminê min: Ma Îsraîl li hemberî Tirkiyeyê divê piştgiriya Kurdan bike?" de nirxand ku ka li hemberî Tirkiyeyê helwesta Îsraîlê ya li ser Kurdan divê çawa be.
Lazimiyê di nivîsa xwe de destnîşan kir ku helwesta tund a Tirkiyeyê ya li hemberî Rojavayê Kurdistanê dê çawa bandorê li siyaseta herêmî ya Îsraîlê bike û divê li hemberî vê yekê çi helwest were nîşandan.
Lêkolînera Enstîtuya Stratejiyên Siyonîst di nivîsa xwe de li bersiva pirsa "Îsraîl ji bo qelskirina Tirkiyeyê divê piştgiriya Kurdan bike yan jî bi parastina hevsengiya dîplomatîk helwesta xwe sînordar bike?" digere û dipirse ka hevsengiyên hêzên herêmî çawa tên şekilandin û ev pêşketin çawa li gel berjewendiyên Îsraîlê li hev dikin.
Siyaseta Tirkiyeyê ya li hemberî Kurdan û helwesta Îsraîlê
Nivîskar diyar dike ku Tirkiye bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê li hemberî PKK û YPGyê ku wekî "milîsên Kurd" bi nav dike, siyaseteke tund dimeşîne û balê dikişîne ser wê yekê ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan "daxwazên otonomiya Kurdan wekî gefeke li dijî yekparçeyiya axa welêt" dibîne.
Lazimiyê da zanî ku ji ber vê yekê Tirkiye ji salan ve li dijî PKKyê û komên din ên Kurdan operasyonên leşkerî dimeşîne û wiha got:
"Tirkiye li bakurê Sûriyeyê li herêmên wekî Efrîn û Girê Spî ji bo qelskirina bandora şervanên Kurd operasyonan pêk tîne.
Her wiha bi rêya avakirina rêveberiyên xwecihî li gel milîsên ku bi Tirkî diaxivin, li wan herêman dibistan û binesaziyên bi Tirkî vedike.
Ev gav beşek in ji stratejiyên dirêjdem ên hikûmeta Tirkiyeyê ku dixwaze otonomiya Kurdan a li herêmê qels bike."
Siyasetên Erdogan û têkîliyên bi Îsraîlê re
Di salên dawî de, bi taybetî piştî êrişa Hemasê ya 7ê Çiriya Pêşîn, di navbera Tirkiye û Îsraîlê de aloziyên mezin çêbûn.
Di demekê de ku Erdogan li hemberî Îsraîlê zimanekî tund bi kar tîne, piştgiriya Tirkiyeyê ya eşkere ji bo Hemasê ji aliyê Îsraîlê ve wek "gefeke mezin a ewlehiyê" tê dîtin.
Her wiha Erdogan bi tundî rexneyan li siyasetên Îsraîlê yên li herêmê digire û hewl dide ku Îsraîlê di qada navneteweyî de bêhtir îzole bike.
Lazimiyê li ser vê mijarê wiha got:
"Erdogan ne tenê helwesta xwe ya li dijî Îsraîlê di asta devkî de hişt, her wiha bi piştgiriya xwe ya ji bo Hemasê gefeke rasterast li ewlehiya Îsraîlê dixwe.
Ev yek dibe sedema ku Îsraîl nêzîkatiya xwe ya li hemberî Tirkiyeyê binirxîne. Li gel vê, siyasetên herêmî û gotarên îdeolojîk ên Erdogan dibin faktorek ku gef li ewlehiya Îsraîlê dixwe."
Rola Amerîkayê li Sûriyeyê û têkiliyên wê bi Kurdan re
Noa Lazimi derbarê helwesta Amerîkayê ya li Sûriyeyê jî got:
"Amerîkayê bi rêya hevkariya bi komên Kurdan re li hemberî metirsiya DAIŞê li Sûriyeyê hevalbendeke girîng bi dest xist.
Lê, ev piştgirî têkiliyên bi Tirkiyeyê re dijwar kirin. Tirkiye vê piştgiriya Amerîkayê wekî gefeke li ser ewlehiya xwe ya neteweyî dibîne û bi taybetî rexneyê li têkiliyên leşkerên Amerîkî yên bi Kurdan re yên li bakurê Sûriyeyê digire.
Amerîka di van têkiliyên aloz de pirsgirêka mezin dibîne ka dê çawa hevsengiyê pêk bîne."
Vebijêrka piştgiriya Îsraîlê ya ji Kurdan re
Li gorî nivîskarê, dibe ku Îsraîl ji bo gaveke stratejîk a li hemberî Tirkiyeyê bifikire ku têkiliyên xwe bi Kurdan re kûrtir bike.
Stratejiyeke bi vî rengî armanc dike ku bandora Tirkiyeyê ya li herêmê qels bike û bi taybetî xweseriya Kurdan a li Rojavayê Kurdistanê xurt bike.
Lê li gorî nivîskarê ev nêzîkatî "dikare têkiliyên dîplomatîk ên bi Tirkiyeyê re bixe xetereyê û ev jî ji bo Îsraîlê dibe rîskeke mezin."
Lazimî bandorên vê rewşê wiha nirxand:
"Piştgiriya ji komên Kurdan re dikare bandora Îsraîlê ya li herêmê zêde bike, ji ber ku Kurd hem li bakurê Sûriyeyê û hem jî li bakurê Îraqê xwedî hêzên leşkerî yên bibandor in.
Lê Tirkiye her hêza ku piştgiriya Kurdan dike wekî gef dibîne û ev piştgiriya Îsraîlê dê ji aliyê Tirkiyeyê ve wekî 'gefeke li ser yekparçeyiya axa wê' were dîtin."
Lazîmî bal kişand ser wê yekê ku piştgirîkirina Kurdan di teoriyê de dikare berjewendiyên stratejîk ên Îsraîlê li herêmê zêde bike.
Lê nivîskara Îsraîlî diyar kir ku ev rewş dikare di têkiliyên bi Tirkiyeyê re de bibe sedema aloziyeke mezin û ji bo ewlehiya neteweyî ya Îsraîlê encamên metirsîdar derxe holê.
Noa Lazimiyê her wiha nivîsand, "Ji bo Îsraîlê ya herî rast ew e ku li ser mijarên Kurdan şûna ku helwesteke zelal nîşan bide, li gorî hevsengiyên herêmê tevbigere û li gorî her pêşketinê gavên xwe biavêje."