Fîdan û Lavrov li ser rewşa li Sûriyeyê axivîn
Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov bi têlefonê li ser rewşa li Sûriyeyê axivîn.
Li gorî agahiyên çavkaniyên Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê, Fîdan û Lavrov bi têlefonê axivîn.
Hat diyarkirin ku di axaftinê de rewşa li Sûriyeyê û Pêvajoya Astanayê hatin gotûbêjkirin
Divê were gotin ku 27ê Çiriya Paşîn Çekdarên Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) tevî hevpeymanên xwe yên wekî Eniya Niştîmanî ya Rizgarkirinê, Artêşa El Ezazê û Artêşa Nesirê li Helebê li dijî hêzên Hikûmeta Sûriyeyê dest bi Rûbirûbûna Dijminkariyê (Redh Eludwan) kir.
Bombebaranên Rûsyayê
Rûsyayê di van demên dawî de bombebaranên xwe li Îdlib û derdora wê zêde kiribûn.
Kuştinên ji ber bombebaran di nav xelkê de bûbû sedema nerazîbûnan.
Xelkê herêmê ji bo ku gunda ju bombebrana rojane biparêze xwestibû ku artêşa Sûriyeyê di bin parastina Rûsyayê de derbasê wan gundan bibe.
Şerê li Helebê
Komên çekdar bi pêşengiya Heyeta Tehrîr El Şamê çarşema borî li Heleb û Derdora wê li hemberî artêşa Sûriyeyê êrişeke berfireh dabû destpêkirin.
Piştî 4 rojan gihîştin heta taxên navenda Helebê.
HTŞ û hevalbendên wê di van şer û pevçûnan de 108 cihên niştecihbûne bi dest xistin û gihîştin nêzikî herêmên Kurdan.
Çalakvanê mafên mirovan Mistefa Şêxo ji Rûdawê re da zanîn ku artêşa Sûriyeyê îro bajarokê Şehbayê ber bi rojhilatê Helebê ve vekişiyaye.