Brîtanyayê ji bo rêgiriya koçberan bi Îraqê re peymanek îmze kir
Dusseldorf (Rûdaw) – Hikûmetên Îraq û Brîtanyayê ji bo rê li ber koçberên neyasayî bigirin peymanek îmze kir.
Li gorî peymanê, Brîtanya dê ji bo rêgiriya li koçberiya neyasayî milyonek dolar veqetîne.
Yek ji amarên ku tîma bernameya Diyasporayê her hefte çavdêrî dikir, amarên fermî yên Wezareta Karên Navxwe ya Brîtanyayê yên li ser koçberên ku bi beleman ji Fransayê derbas Brîtanyayê dibin, bû.
Li gorî amaran vê hefteyê tu belem derbas nebûne û ti koçber neçûne Brîtanyayê.
Ev nayê wê wateyê ku koçber ji bo xwe bigihînin Brîtanyayê dê êdî wê rêyê neceribînin.
Ji ber wê jî Wezîra Karên Navxwe ya Brîtanyayê Yvette Cooper rojên borî li Hewlêr û Bexdayê bû û ji bo rêgiriya li koçberiya neyasayî bi berpirsên Kurd û Îraqî peymanek îmze kir.
Hikûmeta Brîtanyayê ev peyman wekî yekem peymana ewlehiyê ya taybet bi nav kir.
Li gorî peymanê, Brîtanya dê 800 hezar poundî (milyonek dolarên Amerîkî) ji bo piştgiriya hêzên ewlehiyê û hişyarkirina raya giştî ya ji bo qaçaxçiyan veqetîne.