Mesrûr Barzanî ji bo Lûtkeya COP28ê çû Dubaiyê

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo beşdarbûna Lûtkeya Avhewayê ya Cîhanî (COP28) çû Îmarata Erebiyê.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îşev li ser vexwandina Cîgirê Serokê Îmaratê û Serokwezîr û Dadwerê Mîrgeha Dubey Şêx Mihemed bin Raşid el Mektûm çû Dubaiyê.

Merasîma vekirina Lûtkeya Avhewayê ya Cîhanî îşev bi merasîmeke taybet hat li dar xistin.

Biryar e Mesrûr Bazanî bi mêvanên lûtkeyê re li ser bandorên neyînî yên guherîna keşûhewayê danûstandinan bike.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li ser vexwandina Şahê Brîtanyayê Charles III û Serokê Îmarata Erebiyê Şêx Mihemed Bin Zayid Al Nehyan gihişt Dubaiyê.

Di civîna COP28ê de ku wê zêdetirî 10 rojan berdewam dike, 750 kes gotar têne  pêşkêşkirin.

Serok û serkirdeyên welatan û 6 hezar û  500 şande ji welatên cuda têde beşdar dibin.

Di lûtkeya îsal de, dê 5 dîdarên mezin û 35 çalakiyên cuda bên sazkirin.