Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo beşdarbûna Lûtkeya Avhewayê ya Cîhanî (COP28) çû Îmarata Erebiyê.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îşev li ser vexwandina Cîgirê Serokê Îmaratê û Serokwezîr û Dadwerê Mîrgeha Dubey Şêx Mihemed bin Raşid el Mektûm çû Dubaiyê.
Merasîma vekirina Lûtkeya Avhewayê ya Cîhanî îşev bi merasîmeke taybet hat li dar xistin.
Biryar e Mesrûr Bazanî bi mêvanên lûtkeyê re li ser bandorên neyînî yên guherîna keşûhewayê danûstandinan bike.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li ser vexwandina Şahê Brîtanyayê Charles III û Serokê Îmarata Erebiyê Şêx Mihemed Bin Zayid Al Nehyan gihişt Dubaiyê.
Di civîna COP28ê de ku wê zêdetirî 10 rojan berdewam dike, 750 kes gotar têne pêşkêşkirin.
Serok û serkirdeyên welatan û 6 hezar û 500 şande ji welatên cuda têde beşdar dibin.
Di lûtkeya îsal de, dê 5 dîdarên mezin û 35 çalakiyên cuda bên sazkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse