Nêçîrvan Barzanî ji bo Lûtkeya COP28ê çû Îmaratê

30-11-2023
RÛDAW
Nêçîrvan Barzanî gihişt Îmarata Erebiyê
Nêçîrvan Barzanî gihişt Îmarata Erebiyê
Nîşan Nêçîrvan Barzanî COP28 Îmarata Erebî Lûtkeya Avhewayê ya Cîhanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo beşdariya Lûtkeya Avhewayê ya Cîhanî (COP28) gihişte paytexta Îmarata Erebiyê bajarê Dubiyê.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji aliyê Serokê Dîwana Cînişîna Îmarata Erebiyê Şêx Xelîfe bin Tehnûn Bin Mihemed Al Neheyan û Balyozê Îraqê yê Îmaratê Mistefa Cibûrî ve hat pêşwazîkirin.

Nêçîrvan Barzanî li ser vexwendina fermî ya Serokê Îmarata Erebiyê Şêx Mihemed Bin Zayid Al Nehyan çû Dubaiyê.

Ji bilî Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî dê di Lûtkeya Avhewayê ya Cîhanî de amade be.

Di wê Lûtkeya  COP28ê de, dê rewşa jîngeha Rojavaya Asya, Îraq û Herêma Kurdistanê bêne gotûbêjkirin. 

Biryar e Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li rex wê civînê, li gel serok û serkirdeyên welatên beşdar, civînên dualî  pêk bînin.

Di civîna COP28ê de ku wê zêdetirî 10 rojan berdewam dike, 750 kes gotar têne  pêşkêşkirin.

Serok û serkirdeyên welatan û 6 hezar û  500 şande ji welatên cuda têde beşdar dibin. 

Di lûtkeya îsal de, dê 5 dîdarên mezin û 35 çalakiyên cuda bên sazkirin. 

Îsal Îmarata Erebî dê serokatiya vê gera civînan bike û tê de, dê mijarên girêdayî guherîna av û hewayê, çawaniya rûbirûbûna encamên wê û rola welatan di kêmkirina metirsiyên wê de bên gotûbêjkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst